Agahdariya parastina daneyên kesane
Guherto 2026-1 — pêşnivîs e û berî weşanê divê bê pejirandin.
Berpirsiyar û armanc
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, 106 rue La Fayette, 75010 Paris, agahdarî û belgeyan ji bo wergirtin, kontrolkirina şertan, nirxandin û biryara bûrsê, ragihandin bi daxwazkeran û şopandina rêveberî bi kar tîne.
Dane û agahdariya pêwîst
Pêvajoyê agahdariya têkiliyê û nasnameyê, rewşa malbatî û rûniştinê, xwendin û kar, ziman, referans, weşan, plana xwendinê, rewşa aborî û belgeyên pêwîst dihewîne. Bê agahdariya pêwîst dosya nayê nirxandin.
Bingeha qanûnî
Nirxandina dosyayê ji bo gavên berî dayîna bûrsê pêwîst e. Parastina dosyayê ji bo daxwaznameyeke pêşerojê bi razîbûneke cuda, dilxwazî û vegerbar pêk tê.
Wergir
Tenê kesên berpirsiyar ên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û, dema pêwîst, berpirsyarên dezgehên fermî yên dayina bûrsan daneyan bibînin. Pêşkêşkerên teknîkî tenê li gorî talîmatên nivîskî dixebitin.
Dema parastinê
Dosya heta dema biryarê çalak dimîne. Bi razîbûnê, dosyaya nepejirandî herî zêde 24 mehan piştî kampanyayê tê parastin; bê razîbûnê tenê di dema rêveberî ya pêwîst de. Dosyayên bûrsdaran di dema bûrsê û pişt re di dema diyarkirî de têne parastin.
Mafên we
Hûn dikarin daxwaza dîtin, rastkirin, jêbirin an sînorkirina daneyên xwe bikin, li cihê ku derbasdar e nerazîbûnê nîşan bidin û razîbûna parastina pêşerojê paşve bikşînin. Têkilî: bourse@fikp.org. Hûn dikarin serî li CNILê jî bidin.
Ewlehî û veguhastin
Têketin bi nasnameyê ye, şîfre tên hashkirin, belge tenê PDF in û di danegehê de tên parastin, û gihîştin tên tomarkirin. Bê garantiyên guncaw divê dane ji Ewrûpaya Aborî dernekevin.